Karvedanên navdewletî li hember êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê

Civaka navdewletî ji Îranê daxwaz dike ku demildest êrîşên xwe rawestîne

Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê ya li Hewlêrê di twîtekê de nîgeraniya xwe derbarê êrîşên berdewam ên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaz kir ku Îran demildest êrîşên xwe rawestîne.

Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em nîgeran in ji êrîşên berdewam ên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê. Em ji bo qurbaniyên sivîl ên bêtawan xemgîn in. Ev êrîş binpêkirina bêhincet a serwerî û yekparçebûna axa Iraqê ne. Em ji Îranê daxwaz dikin, demildest êrîşên xwe rawestîne.”

Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê David Hunt jî li ser Twitterê ragihand: “Brîtanya êrîşên berdewam ên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike, ku binpêkirina bêhincet a serweriya Iraqê ye. Em ji ber canjidestdana welatiyên sivîl xemgîn in.”

David Hunt destnîşan kir, Brîtanya piştevanîkirina serwerî û asayîşa Iraq û Herêma Kurdistanê didomîne.

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) topbaranên Îranê yên ser navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar dike û daxwaz dike ku demildest topbaran werin rawestandin.

UNAMI destnîşan kir ku encamên dîplomasiya roketan wêranker dibe û got: “Iraq û Herêma Kurdistanê wê yekê red dikin ku weke 'hewşa pişt malê' ligel wan muamele were kirin, ku bi awayekî asayî ji aliyê cîranên xwe ve serweriya wan were binpêkirin bêyî ti sizadanekê.”

Îranê îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan, bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di encama êrîşên Supaya Pasdaran li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de li Koye û Pirdê, 9 kes şehîd bûn û 32 kes jî birîndar bûn.