Îran devera Biradost topbaran dike

Niha çiyayên Berbizîn û Seqer, gundên Binperêz, Binreşkîn, Benê û Perîxe di bin topbarana Îranê de ne.

Hewlêr (K24) – Îran tevî hemû bertekên li hember êrîşên artêşa wê, şeş roj in li ser hev devera Biradost topbaran dike.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Çomanê, niha çiyayên Berbizîn û Seqer, gundên Binperêz, Binreşkîn, Benê û Perîxe di bin topbarana Îranê de ne.

Îranê roja 28ê Îlonê bi bi riya mûşek û dronan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Zirgiwêz, Koye û Pirdê kir û li gorî amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, di encama êrîşan de 14 kes şehîd bûn û nêzîkî 35 kesî jî birîndar bûn.

Supaya Pasdaran a Îranê berpirsyariya xwe di wan êrîşan de ragihand û li gor daxuyaniya Fermandarê Hêzên Bejahî yên Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Pakpûr, êrîş bi rêya 73 mûşekên balîstîk û bi dehan dronên bombekirî bûye.