Polîsekî Tirkiyê li bajarê Babê hate kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, polîsekî Hêza Taybet a Tirkiyê li bajarê Babê di encama êrîşeke mûşekî de hat kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî bi mûşekan êrîş li baregeha wan a li bajarê Babê hate kirin û di encamê de polîsekî bi navê Mistefa Çalişkan birîndar bû.

Da zanîn jî, piştî ku ew polîs ji bo nexweşxaneyeke Dîlokê hate veguhastin, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Bajarê Babê 38 li bakurê rojhilatê Helebê dikeve û ji meha Sibata 2017an de di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.