Gulîstan Atasot: Jinên Kurd silogana “Jin Jiyan Azadî” fêrî cîhanê kirine

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Platforma Jinan a Diyarbekirê (DAKAP) bi çalakî û xwepêşandana kuştina Jîna Emînî û êrişên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin şermezar kir. DAKAP a ku ji rêxistinên jinan ên partiyên siyasî heta, jinên karsaz û pişeyî di navde cîh digirin, bi slogan û daxuyaniyên xwe piştgiriya xwe ji bo serhildanên gelê Kurd ragihand û bi tundî êriş û helwesta rejîma Îranê şermezar kir.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Diyabekirê Gulîstan Atasoy, daxuyand ku wan îro xwest ku kuştina Jîna Emînî û êrişên rejîma Îranê bi meşekî şermezar bikin, lê hêzên ewlehiya Tirkiyê û parêzgariya Diyarbekirê rê nedaye ku ew meş lidar bixin.

Atasoy da zanîn ku ew jî daxuyaniyê naxwînin û bi şêwaza xwe piştgiriyê didin serhildana ku bi pêşengiya jinên Kurd li rojhilatê Kurdistanê destpê kirine radigihînin û kirin û êrişên hovane yên rejîma Îranê şermezar dikin.

Gulîstan Atasoy balê kişand ku şiyara ‘Jin-Jîyan - Azadî’ jinên Kurd afirandine û ji bo serhildanên jinan ên cîhanê pêşkêş kirine. Atasoy da zanîn ku li dijî despotî û faşîzmê dê Kurd, bi reng û dengên xwe li her ciyekî berxwedanên xwe heta ku azadiya xwe bidest bixin berdewam bikin.

Piştî ku xwepêşandaran, axaftinên xwe xilas kirin jî, kaxzê daxuyaniya ku amadekiribûn dirandin û hin jinan jî bi mebesta şermezarkirina kuştina Emînî, porên xwe kur kirin.