MAN City di derbiya Manchesterê de MAN United têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Manchester City di "derbî" de şikestineke mezin bi encama (6 - 3) gihande Manchester United.

Di gera nehem a “Premier League” a Îngiltrayê de şeva borî MAN City li stadyuma Etihad mêvandariya MAN United kir û bi encama (6 - 3) bi ser ket.

Golên MAN City bi riya du “Hat-Trick” ji aliyê Phil Foden (8, 44, 73) û Erling Haaland di xulekên (34, 37, 64) di xulekên de hatin tomarkirin.

Golên MAN City jî di xulekên (54) de bi riya Anthony û Anthony Martial du gol di xulekên (85 û 90+3) de hatin tomarkirin.

MAN City bi vê serkeftinê bi 20 pûanan di rêza duyem a tabloya "Premier League" de cih girt û ferqa di navbera xwe û Arsenalê de daxist puanekê.

MAN United jî piştî 4 serkeftinên li pey hev têkçûna yekem xwar û puanên wê li ber 12 puanan rawestî û di rêza şeşan a “Premier League” de ma.