Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya PDK û YNKê bi rêkeftineke nû ya stratejîk heye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma salvegera koça dawî ya Celal Talebanî de ragihand, li gor qonaxa niha pêwîstiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi rêkeftineke nû ya stratejîk heye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma salvegera koça dawî ya Celal Talebanî de ragihand, li gor qonaxa niha pêwîstiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi rêkeftineke nû ya stratejîk heye.

Nêçîrvan Barzanî di merasîma salvegera koça dawî ya Mam Celal Talebanî de gotarek pêşkeş kir û behsa serdema dîtin û naskirin Mam Celal kir û  got dema ku sala 1986 rêkeftina aştiyê di navbera Mam Celal û Îdrîs Barzanî de hat îmzekirin wî Mam Cela nas kir û dît ku ew bi awayekî berdewam ji bo aştiyê hewl dide.

Serokê Herêma Kurdistanê kir, îmzekirina rêkeftina navbera Serok Mesûd Barzanî û Celal  Talebanî li Washingtonê, bû sedema pêşketina Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku li gor qonaxa niha pêwîstiya PDK û YNKê bi rêkeftineke nû heye û got: “YNK û PDK wek herdu hêzên sereke li Herêma Kurdistan û Iraqê îro jî pêwîstî bi rêkeftina stratejîk heye ku dikare bibe sedema bihêzbûna Herêma Kurdistanê. Divê hemû alî kar bikin ji bo bihêzkirina Herêma Kurdistanê. Divê em ji bilî bihêzkirina helwesta Herêma Kurdistanê li ti pîvanekê nenêrin, ji ber ku hêza me hemûyan girêdayî hêz û helwesta Herêma Kurdistanê ye.”

Barzanî herwiha hêviya xwe anî ziman ku bîranîna Mam Celal bibe hander ji bo yekrêziya aliyên Kurdî û got: "Ez daxwazê li tevahiya aliyên Kurdî dikim lihev bikin û bi hev re kar bikin.”

Nêçîrvan Barzanî dîroka Mam Celal weke "beşeke girîng a dîroka nûjen a Tevgera Rizgariya Kurdistanê" bi nav kir û got, "Bi nema Mam Celal re, stûnek mezin a lihevkirinê winda bûye."

Derbarê peywendiyên di navbera Celal Talebanî û Serok Mesûd Barzanî de jî Serokê Herêma Kurdistanê got: “Mam Celal ji bo ku Serok Mesûd Barzanî dilxweş bike çi ji destê wî dihat dikir, Kak Mesûd jî ti daxwazeke Mam Celal red nekiriye. Serok Mesûd Barzanî stûyê xwe nexist bin fişara Serokê Amerîkayê û heta Mam Celal nebû serok, dev jê berneda.”