Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Australya li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Cotmeha 2022an pêşwazî li Balyoza Australya li Iraqê Paula Ganly kir.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û pêngavên derbaskirina xitimandina siyasî û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Australyayê de hatin guftûgokirin.

Balyoza Australya li Iraqê amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî, hevkar û hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî pêşkêşkirina kurteyekê derbarê çaksaziyên Kabîneya Nehem a di warê hemecurkirina çavkaniyên dahatê û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, amaje bi pêwndiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û giringiya çareserkirina pirsgirêkan di çarçoceya destûrê de kir, bi awayekî ku rêz li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û perensîpên hevsengî û beşdariya rasteqîne û ligevkirinê bê girtin.

Rewşa koçber û penaberan û encamên nerênî yên guhartina keşûhewayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, mijarên din ên civînê bûn.