Dronekê otomobîlek li qezaya Şarbajêr bombebaran kir

Otomobîla ku hatiye armanckirin
Otomobîla ku hatiye armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dronekê otomobîlek li qezaya Şarbajêr a li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir, Dije Terora Kurdistanê ragihand, di êrîşê de du çekdarên PKKê hatine kuştin.

Qeymeqamê Şarbajêr Şaho Osman ji K24ê re got, berî bîstekê dronekê otomobîlek li ser pira Şêxel Marênê yê nêzîkî nahiya Zelan a ser bi qezaya Şarbajêrê ve bombebaran kir.

Qeymeqamê Şarbajêr amaje bi wê yekê, li gorî zanyariyên destpêkê, di encama bombebaranê de kuştî û birîndar hene û tîmên tendirustiyê ji bo cihê bûyerê hatine şandin.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro sêşemê 4ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 14:35an de droneke artêşa Tirkiyê li nahiya Zelan a ser bi navçeya Şarbajêr a li parêzgeha Silêmaniyê otomobîleke çekdarên PKKê kire armanc, di encamê de du çekdarên PKKê hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye.