Hakan Fîdan serdana baregeha Bereya Turkmenî li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan li Hewlêrê serdana baregeha Bereya Turkmenî kir.

Hakan Fîdan duhî serdana baregeha Bereya Turkmenî ya li Hewlêrê kir û bi berpirsên wê partiyê re civiya.

Serokê Bereya Turkmenî Hesen Turan li hejmara xwe ya taybet a tora civakî “Facebook” belav kir, bi amadebûna serkirde û berpirsên bilind ên Bereya Turkmenî, wan pêşwazî li Serokê Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan kir.

Serokê Bereya Turkmenî di daxuyaniya xwe de, sedema serdanê û naveroka civîna bi Hakan Fîdan re aşkere nekir.