Tirkiye kuştina berpirsê YPGê yê Kobanê radigihîne

Kobanê
Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Hawalgiriyê ya Tirkiyê (MÎT) ragihand, di operasyoneke wan de berpirsê YPGê yê bajarê Kobanê Hesen Demîrtaş bi nasnavê “Koçero Batman” hatiye kuştin.

Li gor Ajansa “Anadolu”, Dezgeha Hawalgiriyê ya Tirkiyê (MÎT) li bajarê Kobanê li dijî YPGê operasyon kiriye û berpirsê YPGê yê bajarê Kobanê Hesen Demîrtaş “Koçero Batman” kuştiye.

Hat ragihandin, Hesen Demirtaş di sala 2001ê de tevlî PKK bû. Bi salan li bejahiya Colemêrg, Dêrsim û Zagrosê li dijî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê operasyon kirine. Di sala 2011'an de Hesen Demirtaş ku ji ber beşdarbûna wî di kuştina Serdozgerê Komarê yê Ovacikê Murat Uzun û ajokarê taksiyê yê sivîl, biryara girtina wî hebû û ketibû lîsteya armancên MÎT'ê.

Tirkiye di mehên dawî de li Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê başûrê Kurdistanê gelek operasyon bi riya dronan li dijî PKKê û YPGê hejmareke zêde operasyonên kiriye û hermareke ji berpirsên wan her du rêxistinan kirine armanc.

Li gorî medyaya Tirkiyê jî, MÎT'ê bi operasyonên xwe yên li derveyî welat derbeyeke mezin li PKKa daye. Gelek rêveberên payebilind ên wê rêxistinê di operasyonên wê hatine bêbandorkirin. Di 7 mehên destpêkê yên 2022an de, di 20 operasyonan de 13 kes hatine kuştin û 8 kes jî bi saxî hatine desteserkirin.