Mesrûr Barzanî: Plana Herêma Kurdistanê bo mafê mirovan beşek ji proseya çaksaziyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigihîne, parastin û pêşxistina mafên mirovan beşeke girîng a karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û plana Herêma Kurdistanê bo Mafên Mirovan, beşek ji proseya çaksaziyê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di konferansa derbasbûna salekê di ser pesendkirin û cîbicîkirina Plana Mafên Mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, ev plan, nexşerêyeke berfireh e ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pesendkirin, bi mebesta pêşxistina parastina mafên mirovan li Herêma Kurdistanê di pênc salên bê de û di hemû waran de. Parastin û pêşvebirina mafên mirovan beşeke giring ji karnameya kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, di warê parastin û berevanîkirin li pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêmê de. Her wiha bihêzkirina binemayên azadî, demokrasî, nehîştina tundûtûjî, cudakarî û parastina mafên mirovan bi giştî ye.

Barzanî got: “Di vê boneyê de em pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina çanda pêkvejiyana olî û netewî, parastina azadiyên takekesî û giştî û parastina nirxên demokratîk dubare dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Planeke me ya çaksaziyê ya giştalî heye, em hêvîdar in bi pişteavniya Xwedê, gelê Herêma Kurdistanê û dostên me yên di civaka navdewletî de, astengiyan derbas bikin û ber bi qonaxeke pêşkeftî ya hikûmraniyê ve biçin. Plana Mafên Mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya proseya çaksaziyê ya kabîneya nehemîn de ye. Ev plan bi hûrî hatiye dariştin û bîr û nêrînên Serokatiya Herêma Kurdistanêm, Serokatiya Parlamentoyê,  Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, civaka navdewletî, rêxistinên sivîl, dezgeh û nûnerên dîplomatîk li Herêma Kurdistanê hatiye wergirtin û niha di qonaxa cîbicîkirinê de ye. Hêvîdar im naveroka planê di çalakiyên hikûmetê de bi awayekî baş were cîbicîkirin û girîngiya pêşxistina rêveberiya baş, serweriya yasa û çanda parastina mafên mirovan nîşan bide. Cihê xweşhakiyê ye ku di sala derbasbûyî de pêşniyarên wê planê weke yasa û rêbaz li Herêma Kurdistanê hatine cîbicîkirin û em dikarin bibêjin ku Herêma Kurdistanê li gorî welatên din di asteke baş de ye.”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek pêngav ji bo kêmkirina êş û azarên kesûkar û qurbaniyên DAIŞê avêtine û roleke wê ya berçav di azadkirina revandiyên Êzîdî û pêkhateyên din ji destên terorîstên DAIŞê û jenosaydnasandana tawanên DAIŞê wek tawanên şer de heye. Ji bo vê mebestê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi piştevaniya civaka navdewletî û tîma Netewên Yekgirtî, projeyasayek ji bo lêkolînkirina tawanên DAIŞê pêşkêşî parlamentoyê kir, ji bo damezrandina dadgeheke taybet bo dadgehkirina terorîstên DAIŞê ji ber tawanên wan ên navdewletî. Lê mixabin Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ew projeyasa red kir ku ev jî pêşîneyeke nû û cihê sersamiya me bû ku rê li dadgehîkirina terorîstên DAIŞê bê girtin.