Serokê CHPê yê Diyarbekirê bertek li gotinên Erdogan nîşan da

Serokê Partiya Komarî ya Gel CHPê yê Diyarbekirê Abdullah Atîk, nerazîbûn nîşanî wan gotinên ku Erdogan gotibû ‘kêşeya Kurd li gel me nîne’ da û ragihand ku bi çavê xwe li kêşayan girtinê, ew kêşe ji holê ranabin.
Serokê CHP yê Diyarbekirê Abdullah Atîk
Serokê CHP yê Diyarbekirê Abdullah Atîk

Diyarbekir (K24) - Nerazîbûnên li dijî gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan zêde dibin. Serokê Partiya Komarî ya Gel CHPê yê Diyarbekirê Abdullah Atîk, nerazîbûn nîşanî wan gotinên ku Erdogan gotibû ‘kêşeya Kurd li gel me nîne’ da û ragihand ku bi çavê xwe li kêşayan girtinê, ew kêşe ji holê ranabin.

Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoga, di civîna koma AK Partiyê de; qesta Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel CHPê Kemal Kiliçdaroglû kiribû û gotibû: “Li gel helwesta wan, em ji kêşeya Kurd ku wek kirasê dînan dixwestin li dewleta me bikin xilas bûn. Kêşeya bi navê meselaya Kurd li gel me  nemaye. Niha li kabîneya min 2 hevkarên min yên Kurd hene. Derdekî me yê wisa tune ye. Lê ev derd li gel te pir in. Ew li Stenbolê, li Enqerê bi nûnerên terorê mil bi mil meşiyaye.”

Serokê CHP yê Diyarbekirê Abdullah Atîk jî di bersiva xwe de, ji Erdogan pirsî, kêşeya ji 20 miyonî zêdetir welatiyên Kurd tunebû, we pêvajoya aştî û çareseriyê ji bo çi dabû destpêkirin.

Abdullah Atîk bal kişand ku bi tunehesibandina kêşeyeke wiha mezin û berfireh, ew kêşe çareser nabe û çavê xwe ji vê kêşeyê re girtin jî tenê ji çareseriyê xwe çap kirine.

Atîk ragihandiye ku kêşeya Kurd, kêşeyeke dîrokî ye û daxwazên ji 20 milyonî zêdetir welatiyên Kurd di nav de ye. Loma jî dibe ku Erdogan bi wan gotaran dilê alîgirên şirêkê xwe MHPyiyan xweş bike, lê dilê Kurdan jî ji Tirkiyê û hêviyên çareseriyê sar dike.