Amerîkayê kuştina berpirsekî DAIŞê ragihand

Berpirsekî DAIŞê yê bi navê Rakan Wahîd Şamirî hatiye kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan li Rojavayê Kurdistanê berpirsekî DAIŞê kuştine.

Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê de hat eşkerekirin, di operasyonekê de li nêzîkî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê,  berpirsekî DAIŞê yê bi navê Rakan Wahîd Şamirî hatiye kuştin, ku qaçaxçîtiya çekan û veguhestina çekdaran ji bo piştevaniya DAIŞê kiriye.

Hat diyarkirin ku di operasyonê de alîkarekî wî berpirsê DAIŞê birîndar bûye û du alîkarên wî yên din jî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatine desteserkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ti leşkerekî Amerîkayê û welatiyên sivîl di operasyonê de nebûne qurbanî û ti zirar jî negihîştiye alavên serbazî yên hêzên Amerîkayê.