Naveroka nameyeke Sedir bo Îsmaîl Qaanî hat eşkerekirin

Naveroka nameyeke Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bo Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî hat belavkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Naveroka nameyeke Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bo Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî hat belavkirin.

Medyaya ser bi Tevgera Sedir naveroka nameya Sedir belav kir, ku di meha Adara îsal de ji Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê re şandiye.

Muqteda Sedir ji Îsmaîl Qaanî re tekez kiriye ku Iraq rê nade ax û esmanê wê ji bo êrîşkirina ser Îranê were bikaranîn û divê Îran jî pabendî heman tiştî be.

Sedir aniye bîra Qaanî ku "Iraq welatê herî resen ê Şîetiyê ye û xwedî mezargeha heft îmam e û em naxwazin Îran bibe hincetek ji bo Îsraîlê û welatên din, ku axa me bombebaran bikin".

Herwiha Sedir ji Qaanî re gotiye: “Eger em bi mûşekbaranên Îranê razî bin, aliyên din jî vê yekê dikin hincet ji bo bombebarankirina me, Iraq jî weke we welatekî serbixwe ye, loma zimanê gotûbêjê herdu welatên me diparêze.”