Mesrûr Barzanî: Çareserkirina kêşeya Kurd dê bibe çareseriya kêşeya Rojhilata Navîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, heta niha bi cidî bîr li kêşeya xelkê Kurdistanê nehatiye kirin û çareserkirina kêşeya Kurd dê bibe çareseriya kêşeya Rojhilata Navîn.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, heta niha bi cidî bîr li kêşeya xelkê Kurdistanê nehatiye kirin û çareserkirina kêşeya Kurd dê bibe çareseriya kêşeya Rojhilata Navîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dîdara “Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn” de gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Bi dirêjahiya dîrokê zilmeke mezin li Kurdan weke netewe, ji netewe û olên cuda weke pêkhateya resen a vê navçeyê, herwiha li xaka Kurdistanê weke niştiman hatiye kirin.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ev zilm ne te bi dehan sal, bi sed salan heta niha berdewam e. Mixabin li şûna ku çareseriya bingehîn bifikirin, gelek caran bi dîtina bihaneyan ve mijûl in, da ku ev kêşe weke pêwîst neyê çareserkirin, kêşeya Kurd li Rojhilata Navîn îro kêşeyeke cîhanî ye, divê em hemû hewla wê yekê bidin ku tilî bixin ser wan kêşe û şaşiyan ku di dîrokê de derheqê vê navçeyê û me de hatiye kirin, da ku rêyeke çareseriyê ya guncaw bibîn.”

Herwiha diyar kir: “Di salên borî de welatên ku kêşeya wan li gel Kurdan weke netewe hebû, nehiştin Kurd heta behsa kêşeya xwe jî bikin, her pêşniyarek ji bo çareseriyê hatibe kirin, piştre Kurd hatine tawanbarkirin ku cudaxwaz e yan kêşe û alozî derdixe. Em weke her neteweyek heqê me heye ku ew bawer im çawa seqamgîriya navçeyê desteber bibe û em çawa dikarin bibin faktoreke avaker, herwiha heqê me hebe behsa fikr û ramanên xwe bikin di platformên navdewletî de.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Ev dema ku rê hat dayîn Kurd dengê xwe bigihînin cîhanê, karî li gelek waran vê tefsîra şaş ku derbarê netewa Kurd û xelkê Kurdistanê de hatiye kirin, ji holê rake. Cîhan şahidê wê yekê ye ku em dikarin faktoreke avaker bin, her ji serdema Barzaniyê Nemir ve heta Serok Barzanî her dem dakokî li ser wê yekê kirin ku nabe kêşeya Kurd ligel hikûmetan wisa were tefsîrkirin ku bibe kêşeya neteweyan, me her dem rêz li hemû neteweyan girtiye û li ser wê prensîpê berdewam dibin, kêşeya me ligel neteweyan nîne ku ligel hev dijîn, kêşe ligel hinek desthilatdar û hikûmetan bûye, ku mixabin li şûna hikumraniyeke wekhev û dadperwerane bifikirin, li çewisandina neteweyeke zilmdîtî fikirîn, lê belê me nehişt ev bibe kêşeya navbera neteweyan, her dema ku pêwîst bûbe, her netewe û pêkhateyek pêwîstiya wan bi Kurdistanê çêbûbe, Kurdistan deriyê xwe vekiriye û ew girtina hembêza xwe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Piştî serhildana şerê DAIŞê, zêdetir zêdetirî du milyon kes ji navçeyên din ên Iraq û Sûriye û welatên cîran berê xwe dan Kurdistanê, Herêma Kurdistanê deriyên xwe ji wan re vekir, ku heta niha jî bi şanaziyê ve dibêjin Kurdistan bûye penagehek ji bo wan kesên ji destê tawan û terorê reviyane Kurdistanê bi awayekî parastî dizanin berê xwe bidin ku derê, em minetê li ti kesî nakin, lê belê ev kultûrek e ligel me û ev prensîp ku baweriya me pê heye.”

Herwiha destnîşan kir: “Çareserkirina kêşeya Kurd dê bibe çareseriya kêşeya Rojhilata Navîn bi giştî. Ez dixwazim behsa nimûneya Iraqê bikim, eger em li bûyeran binêrin, di sed salên borî de piştî damezrandina dewleta Iraqê heta niha gelo Iraq weke pêwîst seqamgîrî di xwe de dîtiye? Pêş ketiye? Gelo kariye bi wekhevî xizmeta hemû xelkê bike? Bêguman, na. Yek ji sedemên herî sereke yên hemû van êşên li vî welatî qewimîne, ew e ku kêşeya Kurd nehatiye çareserkirin.”

Serokwezîr diyar kir: “Eger em bi cidî bifikirin, eger wê demê pirsgirêka Kurdistanê çareser bibûya, gelo wê demê Iraq ewqas zirar dîtibû? Bi dîtina min yek ji sedemên sereke yên bêîstîqrarê ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê kurd ti hizireke cidî nehatiye kirin. Em behsa mafên mirovan dikin ku di Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatine diyarkirin, lê gelo herkesî pabendî peymanê bûye û rêz li mafên mirovan girtiye? Em behsa mafên çînayetî, mafên çînayetî, mafên takekesî, mafên nijadî dikin, lê mafên miletan li ku ne? Weke netewe rêz li kurdan girtine? Helbet na. Lê ew prensîbên ku em li Kurdistanê dibînin, rêzgirtina ji mafên mirovan, rêzgirtina ji mafên çînên cuda, rêzgirtina ji olên cuda, bihevre jiyan, bûye pênaseya Herêma Kurdistanê, ev jî ji çand û baweriya xelkê vê herêmê ne. Eger derfetek wisa bihatana dayîn û em jî wek welatên din kar bikira, ger rêz li me bihata û mafên me bihatana naskirin, ne tenê ji bo xwe, lê ji bo tevahiya herêmê me dikarîbû gelek pêşkeftinên zêdetir bidest bixistana.”

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Di van salên dawî de me hemûyan dît ku kurd xwedî şiyaneke mezin a şerkirinê ne û kurd bûn yên ku bi xwîna xwe karîn rê li ber berfirehbûna xîlafeta DAIŞê bigirin, lê mixabin bi ser neketin û vê carê jî kurd bûn yê karîbûn DAIŞê rawestîne. Kurd ne tenê di şer de mêrxas in, lê piştî wan salên ambargoyê yan sizayên navdewletî yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, Kurdistanê kariye xwe di warê rêveberiyê de nîşan bide û mînakeke cuda nîşanî cîhanê bide. Gelê kurd jî wek hemû miletên din mirovekî jêhatî ye, em jî wek hemû miletan dikarin doktor, endezyar û pisporên baş hebin. Gelek kesên ku karîbûn biçin derveyî welat, li wir bûn kesayetên gelekî navdar, ma ne heman kes ji vir bûn? Çima destûr nehat dayîn ku li vir karakterên wisa bên çêkirin? Helbet ev yek me vedigerîne ser pirsa gelo ji gelê me re derfetên wekhev hatine dayîn an na. Heta niha ev derfet ji gelê me re nehatiye dayîn, berovajî dema ku me hewl da pirsgirêkan çareser bike bi çavên cuda li me mêze kirin an jî pêşî li me girtin.”

Herwiha diyar kir: “Em bi gelek neteweyên din re bi gelek ol û civakên din re li ser vê xakê bi hev re dijîn, dema ku em li ser çareserkirina pirsgirêka kurd dihizirin, divê ku em li ser çareserkirina pirsgirêkên hemû herêmê hizir bikin. Dema em behsa Iraqê dikin, em li bûyerên vê dawiyê yên Iraqê binêrin, kêmasiya Iraqê çi ye? Gelek jêderên jêrzemînî hene, gelek samanên xwezayî, gelek çavkaniyên mirovî yên bihêz hene, çima aramiya ku em hemû dixwazin li Iraqê pêk nehat? Çima ev pêşketin li Iraqê pêk nehat? Helbet ev pirs me vedigerîne ser vê bersivê ku li welat rêveberiyeke baş nebû, maf hatin binpêkirin û rêz li destûra bingehîn nehat girtin. Eger destûr bi vî awayî bihata cîbicîkirin û rêz li hemû xalên wê bihata girtin, bi baweriya min niha Iraq di asteke din de bû. Iraq bi sedan milyar dolar dahatê werdigire, Kurdistan tenê %5 ji vê dahatê werdigire, %95 ji vê dahatê divê li deverên din ên Iraqê were xerckirin, lê eger em lê binêrin, gelo ev pêşkeftin li deverên din ên Iraqê heye? Çi sunne bin, çi şîe bin, çi navendî, çi rojhilatî û çi rojava û li her devereke din a Iraqê, em li Iraqê pêşketineke bi vî rengî nabînin. Yanî di vir de tiştek xelet e, eger pirsgirêka we bi samanên xwezayî re nebe, eger pirsgirêka we bi samanên mirovî re nebe, ev rêveberî çawa dikare daxwazên hemû Iraqiyan bi cih bîne û di nav de gelê kurd?”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Ka em bibînin ka çima teror li Iraqê derketiye holê. Çima tundî li Iraqê berdewam dike? Tundî û teror encam in, ne sedem in, gelek sedemên din hene ku dibin sedema terorê, berî her tiştî newekhevî û neheqî, gendelî, nebûna xizmetguzariyan, ev hemû dibin sedem ku mirov li çareyên din bifikire. Her dema em li cihekî bêîstîqrariya siyasî û xirabûna aborî dibînin, sîstemên terorîst ji vê rewşê sûd werdigirin û tên cem xelkê û daxwaza alîkariyê ji wan dikin. Gelek ji wan kesên ku li Iraqê piştgirî dan El Qaîde û piştre jî DAIŞê, bi îdeolojî û siyaseta DAIŞê nizanin, lê ji ber tolhildanê, ji mecbûrî tiştekî kirin, ji ber ku ji sîstemê nerazî bûn. Heta ku newekhevî, neheqî, gendelî û başbûna aborî neyên çareserkirin, em aramiya pêwîst li Iraqê nabînin. Ji ber wê jî weke Herêma Kurdistanê hemû hewlên me dane ku em bibin penagehek ne tenê ji bo wan kesên ku ziyan dîtine, lê herwiha me pêşniyarên guncaw li ser çawaniya çûna Iraqê ber bi paşerojeke geştir de pêşkêş kir. Çareseriya pirsgirêka kurd li Iraqê wê çawa bibe çareseriya pirsgirêka Iraqê bi giştî?”

“Eger em li gelek ji van civakên xwecihî yên Iraqê binerin ku baweriya xwe bi hev nînin, bila dev ji danûstandinên siyasî berdin, ji bo dîtina çareseriyeke guncaw, divê em di destnîşankirina xeletî û pirsgirêkan de rastgo bin.Dibe ku ew şaş nebin, ji ber ku tiştê ku hatiye serê Iraqê, civakên Iraqî, tevî hemû neteweyên wê, ne hindik e û ev metirsî rewa ye, tirsa ji tolhildanê, tirsa ji tiştên ku berê hatine serê we û ev yek dê di dema borî de dubare bibe. Tirsa ku di mafên we hatine binpêkirin û dê bên binpêkirin ev hemû dibe sedema bêbaweriyê û dema bêbawerî hebe her tiştê ku tê kirin bi rengekî din tê şîrove kirin.”

“Rejîmên dîktator li şûna rêzgirtina ji mafên gelê kurd û gelên Iraqê bi giştî, hizra jinavbirin û tepeserkirina gelê kurd kirin ku mixabin di salên 1960 û 1970an de êrîşî gelê kurd kir û piştî peymana adarê di sala 1974an de, ku şerekî giştî bû. Hikûmeta Iraqê ber bi hilweşînê ve çû, ku bû sedem ku berê xwe bide Şahê Îranê û Peymana Cezayîrê îmze bike. Ji bilî wêrankirinê çi ji Iraqê re maye?”

“Li vir divê em werin û li sîstema xwe binêrin, me hikûmet û sîstemên cuda li Iraqê ceribandin. Ji ber ku nekarîn vê baweriyê ava bikin an jî wê tirsê ji holê rakin. Beriya her tiştî divê civak berdewam bin û nasname û karaktera wan bê parastin. Ger hûn ji dagirkeriyê, wêrankirinê, marjînalbûnê ditirsin. Lê gava ku hûn piştrast bin ku tiştê we yê we ye û parastî ye, lê hûn dikarin bi hev re bixebitin û rêzê li hev bidin, hûn dikarin gavên çêtir ber bi pêş de biavêjin, wê demê helbet dê hawîrdorek gelek çêtir were çêkirin ku em alîkariya hev bikin.”

“Ez wisa difikirim ku heger em bi hev re rastgo bin û li dora maseyê werin ba hev, gelek tiştên me yên hevpar hene, weke sunnî, şîe, kurd, suryanî, ermenî, tirkmen, hemû civakên din, hemû olên cuda yên li Iraqê hene. Gelek tiştên hevpar hene, lê balê li ser tiştên cuda ye. Werin em behsa şirîkan bikin, ger em pergalek ku rêzê ji hev re bigire, hevdu wekî me qebûl bike û bifikire ka em çawa dikarin bi hev re bibin alîkar ku welatê xwe bi hev re pêşve bibin, bi baweriya min bingehek pir baş ji bo wê heye.”

“Kes bi kêfa xwe nikare bi sîstemê bilîze. Me dît ku di sîstema federalî de gelek tiştên baş hene, piraniya xelkê dengê xwe dane sîstema federalî li Iraqê, lê gelek xalên vê destûrê hatine binpêkirin û nehatine cîbicîkirin? Mixabin di vir de kêmasî hene, lewma divê em bi ciddî bifikirin ku ger em hemî dixwazin li welatekî ku aştî û aramiya welatê me misoger dike bijîn, divê em hurmeta hevdu bigrin, li vî welatî hevkariyek rast hebe, li vî welatî wekhevî hebe. Dadwerî li vî welatî hebe eger Kurdistan pêş bikeve, Kurdistan li ser hesabê ti parçeyekî din yê Iraqê pêşneketiye, berovajî vê yekê xiyanet li wê hatiye kirin û mafên wê nedane, berovajî bûdceya ku jê re hatiye terxankirin, hatiye qutkirin. Lê dîsa jî ew vejandina aborî ya ku em li Kurdistanê dibînin, pêşketin û aramiya ku em li Kurdistanê dibînin, heman nimûne li hemû deverên din ên Iraqê jî dubare dibe, eger em bi hev re kar bikin û dest ji van helwestên bi guman berdin.”

“Divê pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê wek pêşketin û geşbûna tevahiya Iraqê bê nirxandin. Ger em zanibin ku em ê tiştên ku hene winda nekin, ji ber sedemên cûda êrîş li ser me neyê kirin, em ê bi qanûnî li dijî me neyên asteng kirin, em ê pêşî li ewlehiyê negirin, em ê rastî êrîşa ewlehiyê neyên û bi gelemperî hêvî dikin ku ev garantî bibe.”

“Em daxwaz dikin ku hizireke cidî ji me hemûyan re were kirin ku em bi hev re sîstemek li Iraqê ava bikin ku ne kurd, ne sunnî, ne şîe û ne jî civakek din ji hev netirsin, li şûna ku hest bi zorê bikin ku bi hev re bin, bi dilxwazî ​​li gel hevdu bin. Werin em bifikirin ka em çawa dikarin bi hev re pêşde biçin. Binêre Yekîtiya Ewrûpayê, di navbera Fransa û Almanyayê de bi tiştekî pir biçûk dest pê kir, piştre bû sîstemeke berfireh li seranserê Ewropayê, bû sedem ku Yekîtiya Ewropayê bi dilê xwe bi hev re bixebitin, ne ji tirsê. Li şûna ku hûn bitirsin ku sibe kesek an deshilatdarek din êrîşî welatê we bike û tiştên we ji destê we bigire, divê wextê we were dayîn ku tiştê we yê we ye û mafê kesî tune ku we ji we bistîne. Divê şîe ji sunniyan netirsin û sunnî jî ji şîeyan netirsin, kurd ji ereban netirsin û ereb jî ji kurdan netirsin. Divê em wê faktora tirsê ji holê rakin. Bawerî encax ger garantî hebe, siyaseteke ku ji aliyê sîstema navneteweyî ve tê garantîkirin, dikare bê avakirin.”

“Ez hêvîdar im û bawer im eger em bi dilekî dilpak bi hev re kar bikin, em dikarin gelek gavên baş bavêjin.Çareserkirina pirsa Herêma Kurdistanê li Iraqê dê bibe mînakek baş ji bo çareserkirina doza kurd li hemû Rojhilata Navîn.”