Saziyên Elewî bo mafên xwe daxwaza garantiyeke yasayî dikin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyê demeke dirêj e li ser mafên Elewiyan nîqaş tên kirin. Hikûmeta vî welatî biryar da ku Serokatiya Cemxaneyê bi ser Wezareta Çandê ve dê ava bikin. Lê sazî û dezgehên Elewiyan vê xebatê wek kontrolkirina cemxaneyan dibînin û li dijî vê biryarê ne. Aliyên Elewî daxwazê ji hikûmetê dikin ku Cemxaneyên wan bi yasayekê di statûya îbadetxaneyê de were pejirandin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hin xebatên ji bo Elewiyan ku hejmara wan li vî welatî nêzîkî 25 milyon kes tên destnîşankirin, li Stenbolê di Dergaha Şahkulu Siltan de ragihand.

Erdogan got; Serokatiya Cemxaneyê ya dê girêdayî Wezareta Çand û Geştûguzarî be dê bê ava kirin, mesrefên Cemxaneyan dê bên temînkirin û ji bo hin pêşeng/rûspiyên Elewiyan di Serokatiya Cemxaneyê de kadro dê bê dayîn.

Daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê ji hêla saziyên Elewiyan ve rastî bertekan hat.

Li gor nûnerên komele û federasyonên Elewiyan, hikûmet bi vê xebatê xwe cîhê îbadetxaneyê wan wekî cîhekî kultirî nîşan dide û ev xebata dê bê kirin yek ji hisabên hilbijartina siyasî ye ku ji 8 mehan kêmtir maye.

Serokê Komeleya Çand a Pîr Siltan Abdal Cuma Erçe ji K24ê re got: “Ev xebata hatiye eşkerekirin, ne demokratîk e ne mizginî ye. Bi girêdana Wezareta Çandê ve hewl didin bi her awayî cemxaneyan kontrol bikin. Ev wekî derbeyek e em vê yekê qebûl nakin.”

Daxwaza sereke ya sazî û komeleyên Elewiyan ew e ku Cemxane ji hêla dewletê ve di statuya îbadetê de were qebûlkirin û ev yek di yasayê de cîh bigire.

Serokê Giştî yê Federasyona Weqfên Elewiyan Haydar Bakî Dogan dibêje: “Di sala 2016an de dadgeha mafên mirovan a ewropayê jî biryar dabû ku divê cemxane di statuya îbadetxaneyê de be û hin çaksazî bo Elewiyan were kirin lê 6 sal derbas bû Tirkiye guh nade van biryaran. Em dixwazin biryarên dayîne di çarçoveya yasayan de were cibîcikirin.”

Di sala 2009an de bi mebesta çareserkirina kêşe û cibîcikirina daxwazên Elewiyan komxebateke berfireh hatibû kirin û pêşkêşî hikûmetê hatibû kirin lê tu encam jê derneketibû.

Aliyên hikûmeta Tirkiyeyê avakirina Serokatiya Cemxaneyê û hin alîkariyên maddî bo Elewiyan wekî şoreşekî pênase dikin; lê li gor sazî û komeleyên Elewiyan heta ku garantiyeke yasayî bo maf û daxwazên wan sereke neyê dayîn, pollîtîkayên pişaftinê li ser Elewiyan dê berdewam be.