Baregeheke hêzên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşeke mûşekî hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeheke hêzên Amerîkî ya li bajarokê Rimelana Rojavayê Kurdistanê rastî êrişeke bi mûşekan hat.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê ragihand, şeva borî mûşekeke 107 mm li derveyî baregeha leşkerî ya Rimêlanê ketiye, bêyî ku ziyanên canî û madî bigihîne navendê û alavên leşkerî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, êrîş ji aliyekî nenas ve hatiye kirin, li cihê avêtina wê mûşekê, mûşekên din jî hatine dîtin û Fermandariya Navendî ya Amerîka jî lêkolînê li ser êrîşê dike.

Ev yek piştî wê tê, berî du rojan di êrîşeke asmanî ya Amerîkî li ser gundekî di bin destê rêjîma Sûriyê de li bakurê rojhilatê Sûriyê, endamekî DAIŞê hat kuştin. Piştî wê bi çend demjimêran jî, di êrîşeke din a Amerîka de, 2 endamên din ên rêxistina terorê hatin kuştin.

Hêzên Amerîkî yekem car di serdema kampanyaya rêveberiya Obama ya li dijî DAIŞê de, bi hevkarî ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatin bicihkirin. Niha nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî li Sûriyê bicîh bûne.

Washington her car komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike bi pêkanîna êrîşên li ser hêzên Amerîkî tawanbar dike.