Sê sal di ser êrîşa li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berî sê salan di roja 9ê Cotmeha 2019an artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî dest bi operasiyona xwe ya dagîrkirina Girê Sipî û Serê kaniyê kir.

Roja 6 Cotmeha 2019 rêveberiya Amerîkî bi serokatiya Donald Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji bakurê rojhelatê Sûriyê da. Operasiyona Tirkiyê jî li 9 Cotmehê bi êrîşên asmanî dest pê kir. Piştre topxaneya Tikriyê bajarên Girê Sipî, Qamişlo, Eyn Isa û Serê Kaniyê kirin armanc. Kurdistan24 jî weke yekemîn kenala Kurdî bû, li ser sînor û ji aliyê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, çirke bi çirke operasiyon dişopand.

Di wê operasiyonê de ku 14 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê beşdar bûn, di roja 13 Cotmehê de artêşa Tirkiyê û komên bi ser ve, karîn dest danin li ser tevahiya bajarokê Girê sipî.

Operasiyona artêşa Tikriyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li Serê Kaniyê berdewam bû. Roja 17 Cotmeha 2019an artêşa Tirkiyê karî Serê Kaniyê dorpêç bike. Di heman rojê de jî hikûmeta Tikriyê razî bû ku agirbestekê ji bo heyama 5 rojan rabigihîne, da hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ji bajar derkevin. HSD li ser agirbestê razî bû lê red kir 30 k.m ji sînor vekişe û şer di navbera her du aliyan de careke din dest pê kir û her du alî hev bi binpêkirina agirbestê tometbar kirin. Wê demê jî artêşa Tirkiyê çekên qedexekirî yên wekî Fosfora Sipî bikar anî.

Di 20 Cotmehê de jî rê ji bo Heyva Sor a Kurdî hate dan ku derbasî Serê Kaniyê bibe û birîndaran veguhêze. Di heman rojê de jî bi navbênkariya Amerîka, HSDê biryara vekişandina xwe ji Serê Kaniyê da.

Di operasiyona Girê Sipî û Serê Kaniyê de û li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan, 125 welatiyên sivîl li aliyê Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn, di nava wan de jî Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef. Ji HSDê jî 272 şervanan canê xwe ji dest dan.

Ji aliyê hêzên Tirkî ve jî 10 leşker, û 205 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin.

Her wiha di encama operasiyonên Tikriyê de li her du bajarên Kurdistanî Serê Kaniyê û Girê Sipî, bêhtir ji 300 hezar kesî koçber û derbider bûn.