Li Stenbolê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê teqînekê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Îşev (09.10.2022) li navçeya Kadikoya Stenbolê di avahiyekê de teqînekê pêk hat.

Parêzgarê Stenbolê diyar kir, teqîn ji ber teqîna gazê pêk hatiye.

Li gor dîmenên ku li ser torên civakî hatin weşandin, li navçeya Kadikoya Stenbolê di avahiyekê de şewateke mezin derketiye.

Li gorî zanyariyên destpêkê 3 kesan cane xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.