Gundên Eyn Îsa, Girê Sipî û Zirkanê tên topbarankirin

Eyn Îsa
Eyn Îsa

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, gundên Eyn Îsa, Girê Sipî û nahiya Zirkanê li bakurê hesekê topbaran dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekar bi zêdetir ji 60 topî Eyn Îsa û gundên wê topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî yên gihîştiye xelkê deverê.

Diyar kir jî, topxaneya Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve gundên rojhilat û rojavayê Girê Sipî jî dan ber topan, bêyî ku ziyanên vê topbaranê bên zanîn.

Li gorî zanyariyan, gundên Bobî, Esadiye û Dada Ebdal ên ser bi nahiya Zerkanê li bakurê Hesekê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên wê ve rastî bomberdûmanên giran hatin.

Di dema dawî de, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de zêde bûne. Di encamê de jî gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.