Li zindaneke Îranê alozî derket

Li zindana Lakan a li bajarê Reştê yê li parêzgeha Geylan a li bakurê Îranê ji ber derketina aloziyê, hejmarek zindanî hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Ala Komara Îslamî ya Îranê
Ala Komara Îslamî ya Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li zindana Lakan a li bajarê Reştê yê li parêzgeha Geylan a li bakurê Îranê ji ber derketina aloziyê, hejmarek zindanî hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Nêzîkî çar hefte ne, li hejmarek navçeyên Îranê beşek ji welatiyên nerazî, xwepêşandanê dikin.

Xwedpêşandanan piştî canjidestdana Mehsa (Jîna) Emînî serî hildan.

Îranê ragihandiye ku Mehsa Emînî bi celteya dil koça dawî kiriye, kesên li dijî desthilata Îranê jî dibêjin ku ew di bin êşkenceyê de canê xwe ji dest daye.

Dozgerê Giştî yê bajarê Reşt Mehdî Felah Mîrî ragihand, kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, di nav zindanê de alozî derxistine.

Ajansa ÎRNA ya fermî belav kiriye, hêzên ewlehiyê bi rêya bikaranîna gaza rondikrêj, karîne rewşê aram bikin.

Herwiha eşkere kiriye, çend zindanî canê xwe ji dest dane û hejmarek zindanî jî birîndar bûne, beşek ji wan jî derbarê wan de lêpirsîn tê kirin.