Lijneyeke Parlamentoya Kurdistanê serdana deverên topbarankirî kir

Şandeke Lijneya Pêşmerge ya li Parlamentoya Kurdistanê, serdana devera Balekayetî û Biradost kir, ku ketibûn bin topbaranên tund ên topxaneyên Îranê.
Topbarana Îranê
Topbarana Îranê

Hewlêr (K24) – Şandeke Lijneya Pêşmerge ya li Parlamentoya Kurdistanê, serdana devera Balekayetî û Biradost kir û ligel rayedarên îdarî û şêniyên gundên wan deveran civiyan, ku rojên derbasbûyî ketibûn ber topbaranên tund ên topxaneyên Îranê.

Şanda Parlamentoya Kurdistanê serdana cihên ku hatine topbarankirin kir û derbarê qebareya ziyanan û cihên ku hatibûn armanckirin, zanyarî ji rayedar û welatiyan wergirtin.

Serokê Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand, di encama topbarana deverên sînorî de ziyaneke mezin a maddî, jîngehî, çandinî û perwerdehiyê li ber xelkê deverên sînorî ketiye.

Endamên Lijneya Pêşmerge, li Balekayetî derbarê ziyanên topbaranên Îranê de lêkolîn kirin, ligel Qaymeqamê Çomanê civiyan û piştre serdana gundê Werde kirin, ku hatiye topbarankirin.

Herwiha şanda Parlamentoya Kurdistanê serdana devera Biradost kir û ligel Rêveberê Nahiya Sîdekan civiya û piştre çûn gundên Geliyê Zerzê ku 13 roj di bin topbaranên tund ên Îranê de bûn.