Soylu: Pêwendiya teqîna Stenbolê bi terorê ve nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu radigihîne, pêwendiya teqîna Stenbolê bi terorê ve nîne.

Berî niha çend rojan li bjarokê Kadikoyê ya Stenbolê di nava şûqeyekê de teqînek rû dabû, 2 ji wan xelkê Ozebkîstanê, 3 kesan canê xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bûbû. Parêzgeha Stenbolê jî lêpirsîna terorê dabû destpêkirin. 

Di vê derbarê de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu îro aşkere kir, pêwendiya teqîna Stenbolê bi terorê ve nîne.