Parlamentoya Iraqê roja rûniştina ji bo hilbijartina Serokomar diyar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, roja Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an wek roja hilbijartinên Serokomarê Iraqê destnîşan kir.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî îro Sêşemê ragihand, roja Pêncşemê (13.10.2022) rûniştina parlamentoyê birêve diçe û tê de Serokomar dê were hilbijartin.

Di vê derbarê de, Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji K24ê re ragihand, hemû partiyên yekem ên ku di hilbijartinan de bi ser ketine, namzedên xwe bo postên bilind destnîşan kirine.

Viyan Sebrî got jî: “Em naxwazin senaryoya sala 2018’an careke din çêbibe, ji ber ku ewên serokomar destnîşan kirine ne Kurdistanî bûn.”

Da zanîn jî, “Me li gel YNKê ti rêkeftin derbarê namzedê serokomariyê nekiriye. Eger bi piraniyê be, PDK wek yekem partiya li Herêma Kurdistanê ye.”

Derbarê postê Serokwezîrê Iraqê de jî, peyamnêrê K24 li Bexdayê got: “Hemû aliyên di Çarçoveya Hevahengiyê de li ser wê yekê li hev nakin ku Mihemed Şiya Sûdanî bibe namzedê serokwezîriyê.”