Heşt keştiyên din ên veguhestina genim ji Ukraynayê bi rê ketin

Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand, ji bo veguhestina dexlûdan bo cîhanê, heşt keştiyên din ên veguhestina genim, îro ji Ukraynayê bi rê ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand, ji bo veguhestina dexlûdan bo cîhanê, heşt keştiyên din ên veguhestina genim, îro ji Ukraynayê bi rê ketin.

Ev piştî wê yekê tê ku di 22ê Tîrmeha 2022yan de bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û bi beşdariya Tirkiyê, rêkeftina hinardekirina genimê Ukraynayê, di navbera Rûsya û Ukraynayê de li Stenbolê hat îmzekirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Tirkiyê, plan ji bo veguhestina keştiyên din di çarçoveya rêkarên diyarkirî de heye.

Ji bo vê mebestê jî navenda hevahengiyê li Tirkiyê hatiye vekirin, ku ji 20 kesan pêk tê û nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye, Rûsya û Ukraynayê dikin.