Efrîn.. Grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve bi hev ketin

Heyet Tehrîr El Şam (Nusra) jî derbasî gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê bûye
Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê ji duhî ve şer û pevçûnên giran di navbera grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve derketiye û li gorî jêderên medyayî Heyet Tehrîr El Şamê (Nusra) jî derbasî gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê bû.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re got, ji duhî ve şer û pevçûnên giran di navbera grûpa Cehhe El Şamiyê ji aliyekî û Firqeya Hemzat û Silêman Şah (Emşat) de li gundên navçeyên Şêrewa, Mabeta, Cindirês û Şiyê derketine.

Li gorî zanyariyên K24ê, çekdarekî Cebhe El Şamiyê gundê Kewkebê hat kuştin û 3 çekdarên din jî birîndar bûn. Her wiha riya sereke ya Efrîn – Cindirêsê ji ber şer hatiye qutkirin.

Li gorî jêderan jî, Cebhe El Şamiye di encama şer û pevçûnên de 5 gund (Firêriyê, Kefer Zîtê, Tel Hemo, Tilif û Kewkebê) ên di navbera Efrîn û Cindirêsê de kontrol kirin. Çekdarên Silêman Şah (Emşar) ên ku piştgiriya Hemzat dikin jî, gundê Erende û Mistika yên li navçeya Şiyê kontrol kirin.

Hat zanîn jî, karwanke leşkerî yên mezin a firqeya “Sêyemîn” ji bo piştevaniya Cebhe El Şamiyê ji bajarê Ezazê ber bi Efrînê ve bi rê ket û her wiha hêzeke leşkerî gihişte derdora nahiya Mabeta û ta ku gundê Erende û Mistika yên ku ji aliyê firqeya “Silêman Şah” ve hatiye kontrolkirin, vegerînin.

Li gorî zanyariyan jî Heyet Tehrîr El-Şam” (Cebhet El-Nusra berê) hêzên xwe yên leşkerî li derdora Efrînê li nêzîkî rêbenda Xezawiyê li başûrê Efrînê kom dike û beşek ji hêzên wê derbasî gundê Basûta û Eyn Dara yên gundewarên Efrînê bûn.

Ji ber şer û pevçûnên di navbera grûpên çekdaran de, rewşa ewlehiyê bi temamî têk çûye û tirseke mezin di nava xelkê Efrînê de derketiye.

Ev şer û pêşhat piştî wê yekê li Efrînê hatin, du roj in şer û pevçûn di navbera wan grûpên ser bi Tirkiyê ve li bajarê Bab û Cerabulus diqewimin û çekdarên Cebhe El Şamiye û feyleqa Sêyemîn li Bab û Cerablusê kariye dest deyne ser hejmarek mezin ji baregehên Hemzat.