Deng û awazên kilamên dengbêjên Diyarbekirê her berdewam e

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, dengbêj her roj li Mala Dengbêjan kom dibin û stran û kilaman ji mêvanên dîwana xwe re distirên. Guhdarên xwecihî û biyanî, guhdariya stran û kilamên evîndarî, lehengî û şeran dikin. Ev çanda qedîm a Kurdî bi sedsalan e berdewam e. Dengêj dibêjin; bi deng û awazên xwe birîna dilan dikewînin û da ku neyên jibîrkirin, bûyerên dîrokî bi stranan tînin ziman.