Altan Tan: Divê PKK biryara xwe zelal bike; çek an demokrasî

Siyasetmedarê Kurd Altan Tan li ser nakokiyên Selahattîn Demîrtaş û PKKê diyar kir, divê siyasetmedarên Kurd û PKK biryara xwe zelal bikin, yan çek û kuştin, yan jî rêya demokratîk û berevaniya heq û hiqûq û parastina mafên Kurdan.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Siyasetmedarê Kurd Altan Tan li ser nakokiyên Selahattîn Demîrtaş û PKKê diyar kir, divê siyasetmedarên Kurd û PKK biryara xwe zelal bikin, yan çek û kuştin, yan jî rêya demokratîk û berevaniya heq û hiqûq û parastina mafên Kurdan.

Altan Tan beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser nakokiyên navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş axivî.

Tan li ser têkoşîna bi rêya çek û siyasetê diyar kir: “Gelo têkoşîna heq û hiqûqê, him bi çek û sîlehan û him jî bi rêya demokratîk bi hev re tê meşandin an na? Bersiva vê pirsê tekez 'na' ye. Li hemû dinyayê sîleh, çek, kuştin, teror û têkoşîna rêyên demokratîk bi hev re ne mimkun e ku bimeşe. Ev tişt li Îspanyayê ceribandine, li Îrlandayê ceribadine, li gelek welatên Latîn Amerîka, weke Kolombiya, Nîkaragua û Bolîvyayê ceribandine, ev ne mimkun e.”

Siyasetmedar Altan Tan destnîşan kir: “Divê siyasetmedarên Kurd jî, bi taybetî PKK jî, biryara xwe zelal bikin, yan çek, sîleh, kuştin, teror, yan jî rêya demokratîk û berevaniya heq û hiqûq û parastina Kurdan.”

Herwiha eşkere kir: “Di nav Tirkiyê de dewleta kûr naxwaze PKK çek berde, wan bi şerê PKKê, rejîma xwe, siyaseta xwe, desthilata xwe dewam dikirin. PKK bahane dikirin. Lê divê PKK zanibe, ev rê ne rê ye. Siyaseta Îran, siyaseta Amerîkayê, ne di berjewendiya Kurdan de ye. Ji ber vê yekê niha, dewleta kûr jî naxwaze gerîlayên Kurdan çek berdin. PKK jî niha berevajî rêyên demokratîk dimeşe. Ji ber vê yekê ev biryareke girîng e û wext jî qediya.”

Altan Tan dibêje: “Divê HDP û PKK qanih bibin, wext nemaye, heya hilbijartinan heft-heşt meh mane, ev rojên ku em derbas dikin, gelek girîng in, eger ev biryar rast nebe, berî hilbijartinan jî, piştî hilbijartinan jî, em Kurd nikarin tiştekî qezenc bikin.”

Tan li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû "Li Tirkiyê pirsa Kurd tune ye", diyar kir ku beriya niha înkarkirina Kurdan hebû, ev înkar bi dawî bû, lê belê pirsa Kurd hîn çareser nebûye, zimanê zikmakî di perwerdehiyê de tune ye, navên gund û bajaran nehatine vegerandin, gelek tişt hene ku hîn nehatine çareserkirin.

Herwiha destnîşan kir ku partiyên opozîsyona Tirkiyê jî li ser pirsa Kurd ti tiştekî nabêjin, bername û soza wan ji bo Kurdan çi ye, hîn zelal nebûye, loma Kurd jî mat mane.