Êrîşî kêlgeha Kormorê hat kirin

Bi heşt mûşekan êrîşî ser kêlgeha gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Kerkûkê, êrîşî kêlgeha Kormorê ya li navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, bi heşt mûşekan êrîşî ser kêlgeha gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Herwiha eşkere kir, ti ziyeneke canî û maddî li kêlgeha gazê ya Kormorê derneketiye holê û berhemanîna gazê jî li kêlgehê berdewam e.