Li Şamê 18 leşker di teqînekê de hatin kuştin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê Şamê di encama teqîna bombeyeke vedayî bi otobuseke leşkerî de, 18 leşker hatin kuştin û 27 leşker jî birîndar bûn.

Ajansa fermi ya Sûrî “SANA” belav kir, îro danê sibê bombeyeke vedayî bi otobuseke leşkerî li gundewarê Şamê teqiya û di encamê de 18 leşker hatin kuştin û 27 leşker jî birîndar bûn.

Heta dema ku ev nûçe hatiye nivîsandin, ti aliyekî berpirsyariya xwe di vê teqînê de ranegihandiye û medyaya hikûmeta Sûriyê tenê gotiye “teqîneke terorîstî” ye.

Hin medyayên xwecihî yên Sûriyê belav kirin, otobusa armanckirî ya "Firqeya Çaran" a hêzên artêşa Sûriyê ye û teqîn li ser riya Sebûre – Şam hatiye kirin.