Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Almanyayê pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan pêwendiyeke telefonî ji Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Lindner pê gihîşt.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan pêwendiyeke telefonî ji Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Lindner pê gihîşt.

Di pêwendiya telefonî de Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Dervet ya Almanyayê Tobias Lindner êrîşên van demên dawî yên ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, binpêkirina serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin, ji bo vê mebestê jî, ji nêz ve çavdêriya bûyeran dikin.

Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Dervet ya Almanyayê piştevaniya welatê xwe ji bo seqamgîrbûna rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmetekê ku rengdana encama hilbijartinan û rêzgirtina li demokrasiyê be, nîşan da.

Tobias Lindner diyar kir ku hêzên Almanya dê piştî pesendkirina ji aliyê parlamentoyê, li Iraq û Herêma Kurdistanê bimînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya berdewam a hikûmet û xelkê Almanyayê kir, daxwaza Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Almanyayê dubare kir.