Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokomarê nû yê Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Letîf Reşîd kir ku wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Letîf Reşîd kir ku wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê vê mijarê de ragihand: “Min pîrozbahî li Dr. Letîf Reşîd kir bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê nû yê Iraqa Federal.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Min jê daxwaz kir, di asta berpirsyariya xwe ya girîng de be ji bo parastina mafên destûrî yên hemû Iraqiyan tevî Herêma Kurdistanê.”

Herwiha destnîşan kir: “Niha divê îradeyeke rasteqîn hebe, da ku em jinûve dest pê bikin. Êdî nabe daxwaz û pêwîstiyên xelkê werin paşguhkirin.”