Sedir derbarê pêkanîna hikûmeta nû de helwesta xwe eşkere kir

Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ragihand û diyar kir: “Ewên beşdarî wezaretên hikûmeta nû dibin, ji me dûr in û nûnertiya me nakin.”

Hewlêr (K24) – Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ragihand û diyar kir: “Ewên beşdarî wezaretên hikûmeta nû dibin, ji me dûr in û nûnertiya me nakin.”

Mihemed Salih Iraqî ku weke Wezîrê Sedir tê nasîn, di daxuyaniyekê de ragihand: “Hikûmeta nû dê bibe hikûmeteke milîsan ku hatiye ceribandin.” Herwiha got: “Hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeteke niştimanî li Iraqê têk çû.”

Salih Iraqî destnîşan kir: “Plana mayîna gendel û gendelkaran li Iraqê heye û Tevgera Sedir nahêle dahata Iraqê biçe bankayên gendelan.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Em ê nîşanî hemû aliyan bidin ku plana xirabxwazan heye ji bo bihêzkirina desthilata xwe û têkdana her tiştên din ji bo zêdebûna gendelî û destwerdana di dahat û çarenûsa gel de, ev jî bi rêya veşartina belgenameyan û sepandina hejmûna xwe bi ser desthilata dadwerî û ewlehî û desteyên serbixwe de.”

Roja pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan, bi dengên 162 parlamenteran, Letîf Reşîd ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.

Piştre namzedê aliyên Çarçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî ji aliyê Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd ve ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat erkdarkirin.