Li Stenbolê yekem konsera Kurdî ya li nava tramwaya dîrokî

Muzîkjenên Kurd bi Kurdî li nava tramwaya nostaljîk dema rêwitiya welatiyan stranên Kurdî gotin û li seranserê rê eleqeyeke mezin bo konserta Kurdî hat nîşandan.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Stenbolê her sal li nava tramwayeke dîrokî ji hêla şaredariya vî bajarî ve konsert tên sazkirin îsal cara yekem Grûba Muzîka Kurdî ya bi navê Bajar bo konserta Kurdî hat vexwandin. Muzîkjenên Kurd bi Kurdî li nava tramwaya nostaljîk dema rêwitiya welatiyan stranên Kurdî gotin û li seranserê rê eleqeyeke mezin bo konserta Kurdî hat nîşandan.

Li ser kolana Îstîklalê wekî kolana herî navdar û yek ji dirêjtirîn kolana Stenbolê tê zanîn, bi zimanên cuda stran tê gotin lê vê carê li ser heman kolanê bi şêwazeke cuda li nava vê tramvaya dîrokî û nostaljîk cara yekem grûbeke muzîkê ya Kurdî koma Bajar li gel rêwitiya welatiyan stran gotin û awazên Kurdî li nava bi hezaran kesî belav bû.

Welatiyek dibêje: “Em pir kêfxweş in ku stranên Kurdî li vir guhdar dikin. Zimanê Kurdî pir xweş e bila her tim pê were axaftin û stran werin gotin. Bijî zimanê Kurdî.”

Herwiha welatiyeke din jî got: “Hesteke gelek xweş e ku em bi zimanê dayika xwe li cîheke wiha muzîka Kurdî guhdar dikin. Em pê gelek dilxweş in.”

Tramwaya nostaljîk ji qada Taqsîmê bi rê ket, bi eleqeyeke mezin a welatiyên li ser rê bo konserta gruba Bajar heta devera Şîşhaneyê çû.

Her roj hejmareke zêde rêwî li vê tramwaya dîrokî siwar dibin û rêwîtiyê dikin. Niha ji rojên din cudatir muzîkjen jî lê siwar bûne û bi muzîkên Kurdî, Tirkî dilê guhdarvana tê geşkirin.

Wedat Yildirim ê muzîsyenê ji Gruba Bajar balê dikêşîne ser kêmbûna konsertên Kurdî yên li ser platformên wiha û bang li saziyên fermî dike ku zêdetir cîh bidin çand û zimanê Kurdî.

Wedat Yildirim ji K24ê re diyar kir: “Li Stenbolê derûdora 5 milyon Kurd dijîn. Divê bo Kurdan ji bo huermendên Kurdan cîheke mezin û fireh were vekirin. Piştgiriyeke heye bo hin çalakiyên Kurdî lê ne zêde ye gelek kêm e.”

Konsertên li nava tramwayê de ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve ev salên dûrîdirêj tê sazkirin rojên bê jî bi grûbên cuda yên muzîkjenan dê bidome.