Agir bi zîndana Êvîn a Tehranê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Agir bi beşek zîndana Êvîn a li Tehranê ketiye û şer di navbera girtiyan û hêzên ewlehiyê de derketiye, di encamê de 8 kes birîndar bûne.

Medyaya fermî ya Îranê “IRNA” belav kir, duhî agir bi beşek zîndana Êvîn a li Tehranê ketiye û di encama rûbirûbûna di navbera girtiyan û hêzên ewlehiyê de, 8 kes birîndar bûne.

Derbarê sedema derketina agir di nava zîndanê de diyar kir, girtiyan êrîşî kirin û hêzên ewlehiyê rêgirî li wan kirin û di encamê de agir bi beşê cilûbergên girtiyan ketiye.

Li gorî wêne û vîdyoyên li tora civakî belav bûne, dengê teqîn û guleyan li derdora zîndana tê bihîstin û agireke mezin bi girtîxaneyê ketiye.

zîndana Êvîn, navdartirîn zîndanên Îranê ye û hejmarek ji çalakvan û parêzerên navdar ên Îranê di vê zîndanê