HRANA: 240 xwepêşander li Îranê hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina mafên mirovan (HRANA) di raporekê de dibêje, herî kêm 240 kes ku di nav wan de 32 zarok hene, di xwepêşandanên vê dawîyê yên Îranê de hatine kuştin.

HRANA îro Yekşemê 16ê Cotmehê amarên nû li ser qurbaniyên xwepêşandanên li Îranê eşkere kir ku di xwepêşandan û aloziyan de 26 endamên pasdarên Îranê hatine kuştin.

Komara Îslamî ya Îranê heta niha amarên tekez derbarê hejmara qurbanî û girtiyan de belav nekirine. Lê belê, HRANA dibêje, heta niha nêzîkî 7800 xwepêşander hatine girtin û nasnameya 738 kesan ji wan hatine zanîn ku 175 ji wan xwendekarên zanîngehê ne.

Li gor amarên ku ji aliyê çalakvanên mafên mirovan ên Îranê ve hatine belavkirin, heta niha 453 xwepêşandan û grev li 111 bajar û 73 zanîngehan hatine kirin.