Li Efrînê şerekî giran derketiye.. 8 welatiyên sivîl hatin kuştin

Gundê Kefer Cenê
Gundê Kefer Cenê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê Efrînê şer bi giranî di navbera çekdarên Tehrîr El-Şam (Nusreya berê) û Feyleqa Sêyem a ser bi Opozîsyona Sûriyê ve careke din derket û gundên navçeya Şera bi giranî tên topbarankirin. Endamekî Encûmena Xwecihî ya Efrînê jî da zanîn ku di encama şer de, 8 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re got, li Nahiya Şera û herêma di navbera Efrîn û Ezazê de bi giranî derketiye û çekdarên Tehrîr El-Şamê nêzîkî deriyê sînorî Bab El-Selamê ya ser bi Ezazê bûye û riya sereke ya di navbera Ezaz û Efrînê de jî ji ber şer û pevçûnan hatiye girtin.

Wî jêderî da zanîn jî, çekdarên Tehrîr El-Şamê navenda nahiya Şera û gundên Xerabê Şera, Kefer Cenê, Xalidiyê, Sînka, Omera, Baflûn, Dêr Siwan û Qesteta Cindo ji destê Feyleqa Sêyem kontrol kiriye.

Wî jêderî destnîşan kir, ji ber giraniya şer û pevçûnan, hejmarek malbat ji gundê Kefer Cenê derketin û berê xwe dan cihê aram.

Her got, hejmarek mûşek li kampa Berekê ya di navbera gundên Gurzêlê û Dêr Mişmişê de ketin û hejmarek kes birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman ji K24ê re got: Di encama şer de, 8 welatiyên sivîl hatine kuştin, ji nava wan 3 zarok in.

Ev şer û pevçûnên îro derketine piştî du rojan ji îmzekirina lihevkirinekê û ragihandina agirbestê di navbera her du aliyan de hat ku Heyet Tehrîr El-Şamê Feyleqa Sêyemî bi binpêkirina lihevkirinê tometbar kir.

Li gorî zanyariyan jî, Çekdarên Tehrîr El-Şamê baregehên Feyleqa Sêyem yên Efrînê radestî wê nekir û li hemberê wê yekê daxwaza radestkirina baregehên Feyleya Seyem ên li gundê Kefer Cenê kir, lê Feyleqa El-Şam bi wê yekê razî nebû, di encamê de jî şer ji nû ve dest pê kir.