Baroya Diyarbekirê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Doza ku ji ber daxuyaniyên Baroya Diyarbekirê ku di sala 2018’an de, li ser bûyerên 1915’an ragihandibû û tê de ew bûyer wek komkujî nas kiribû encam da û  di encama biryara dadgehê de jî rêvebiriya Baroya Diyarbekirê beraat bû.

Dozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, bi hênceta ku Baroya Diyarbekirê bi wan daxuyaniyan dewleta Tirkiyê biçûk xistiye û di nav civakê de kîn û nefretê peyda kiriye li Baroyê doz vekiribû.

Di biryara Dadgeha Diyarbekirê de ku di 17’ê Cotmehê de hat eşkerekirin, hatiye ragihandin ku ‘ji ber daxuyaniyan ti tawaneke cezakirinê çênebûye û ragihandina daxuyaniyê jî di bi parastina mafê azadiya derbîrîna fikr û ramanan de ye.’ Bi wê sedemê jî biryara beraeta rêvebirên Baroyê ku li wan doz hatibû vekirin, hatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku berê jî çendîn caran ji ber heman daxuyaniyan û bi heman tawanbariyan doz hatibûn vekirin, lê dadgehê jî bi heman awayî biryara beraeta rêvebirên Baroyê dabû.

Ji aliyê din ve; ji ber daxuyaniyên Baroya Diyarbekirê ku di sala 2020 û 2021’an de, di salvegera bûyerên 1915’an de ragihandibûn jî; destûra vekirina dozê hatibû dayîn, lê hêj doz nehatiye vekirin.