Di têkiliyên Tirkiye bi rêveberiya Esed re ti pêşketin nîne

Omer Onhon

Enqere (K24) – Balyozê dawî yê Tirkiyê li Şamê Omer Onhon diyar kir ku têkiliyên Enqere û Şamê bi pêş ve neçûne û pirsgirêkên girîng hê jî dewam dikin û wiha got: “Beriya her tiştî mijara ewlehiyê ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e. Ya duyemîn, niha çar herêmên îdarî yên cuda li Sûriyê hene,"

Di van salên dawî de, dema ku hin welatên Erebî hewil didin ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re di astên cuda de ji nû ve birêxistin bikin, îşaretek asayîbûnê ji Tirkiyê bi rejîma Esed re hat.

Piştî daxuyaniyên dawî yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku derbarê hevdîtina bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re erênî bû, nîqaşên li ser çawaniya hevdîtinên di navbera her du aliyan de zêde bûn.

Erdogan di hevdîtina xwe ya li Pragê de li ser pirsa "Gelo bi Serokomarê Sûriyeyê re hevdîtin çêdibe?" Gotibû dema dem hat em dikarin biçin rêya hevdîtina bi Serokê Sûriyeyê re."

Me li ser pêvajoya hevdîtinên di navbera rêveberiya Esed û Tirkiyeyê de, çaresernekirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de û hebûna komên çekdar li herêmê bi Balyozê dawî yê Tirkiyeyê yê beriya qutkirina têkiliyên dîplomatîk yê li Şamê Omer Onhon re axivî.

Dîplomat Omer Onhon ji K24ê re nirxandinan kir û bi bîr xist ku di nava 11 salan de di têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyê de aloziyên mezin hene û got ku di van demên dawî de hin gavên muzakereyê hene.

Onhon amaje bi wê yekê kir ku ji niha ve di navbera rêxistinên ewlehî û îstîxbaratî de hevdîtin tên kirin û ev yek ji raya giştî re jî hatiye eşkerekirin û got, tê xwastin ku diyaloga di navbera aliyan de bigêhêje asteke sîyasî ya bilindtir.

Onhon da zanîn ku Ji ber geşedanên konjentûrel, geşedanên stratejik yên li herêmê û derveyê herêmê rû didin bûye sedem ku Tirkiye biryara nêzîkbûna li gel Sûriyê bide. Li gel vê yekê Onhon dibêje bi nêzîkbûna hilbijartinan li Tirkiyê mijara ewlehiya li ser sînorê Suriyê û penaberên Surî di rayagiştî ya Trkiyê de ciheke berfireh digre û  Tirkiye dixwaze kêşeyên li gel Sûriyê kêm bike da ku destê xwe bihêz bike. Ber vê çendê ev yek jî bû sedem ku Tirkiye hewla başkirina pêwendiyan li gel Sûriyê bide.

“ LAZIME HER LAYENEK LI SER QADEKE HEVPAR LI HEV BICIVIN

Omer Onhon diyar kir ku di qada Sûriyeyê de gelek aktorên cuda hene û got, dibe ku ev aktor jî xwedî rojeva cuda bin û axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Eger li vî welatî (Sûriye) aştî û îstiqrara mayînde pêk were, divê her kes li ser zemîneke hevpar bicive. Dibe ku ne gengaz be ku her kes ji sedî 100 dilxweş bike, lê kombûna hindiktirîn hevpariyek û aramiya mayînde girîng e. Li hemberî her tevgereke nêzîkbûna Enqere û Şamê de wê nerazîbûn hebe, her wiha ez difikirim ku divê hemû aktor li ser zemîneke hevpar werin cem hev.”

"Amerîka li Sûriyeyê çi dike?"Dîplomat Onhon diyar dike ku ev pirs gellek tê gotin û dibêje; “hebûna Amerîkayê ya li Suriyê  bandoreke erênî yan neyînî li Sûriyê dike lazime em vê mijarê baş bifikirin. Bêgûma alîkariyên ku Amerîka dide YPGê ji bo dînamîkên li wê derê û di pêwendiyên Enqere û Washîngtonê  de gevên erênî bi xwe re naîne.”

Onhon diyar kir ku Kurd hêmana sereke ya herêmê (Rojava, Bakurê Sûriyê) ne û destnîşan kir ku divê her kes bi awayekî wekhev beşdarî sîstema rêveberiya "hêvî" ya ku dê di rojên pêş de were avakirin de cih bigire.

“GELÊN SÛRIYÊ DÊ BIRYARA PERGALA RÊVEBERIYÊ BIDE”

Onhon got, "Ji bilî wê, ez nafikirim ku tevger û ramanên YPG'ê û pêkhateyên din ên ku dijî yekitiya xaka Sûriyeyê û yekitiya siyasî pêk tînin, ji aliyê Sûriyeyê ve bên qebûlkirin." teqez dê biryarê tevahiya gele Suriyê bide ku Sûriye dê di pêşerojê de bibe xwediyê kîjan sîstemeke îdarî. Ger ku pêkhateyek etnîkî, olî û mezhebî bi tena serê xwe meseleyan bigire û bi serê xwe biryarê bide, erênî nayê pêşwazîkirin. Hemû pêkhateyên Sûriyê wê pêşeroja Sûriyeyê diyar bike."

HEBÛNA TIRKIYEYÊ LI SÛRIYÊ

Di vê navberê de Onhon behsa hebûna endamên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) yên li Rojava û Sûriyeyê jî kir û diyar kir ku bûyerên piştî krîza 2011’an pêk hatin valahiya ewlehiyê ava kir û wiha dewam kir.

“Ji ber vê valahiya ewlehiyê, li aliyê din ê sînor hawirdoreke ku ji bo Tirkiyeyê metirsîdar e derketiye holê. Artêşa Tirk ji bo pêşî li vê metirsiyê bigire, li wê dere ye lê belê ew der  ne ya me ye, axa welatekî din e. Dema li wî welatî aramî/îstiqrar çêbibe, teqez dê leşkerên Tirk vegerin ser axa xwe.”

“LI EFRÎNÊ KEŞÛHEWAYEKE CUDA HEYE”

Dîplomatê Tirk ku me pirsa “veguhestina” grûpên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji wî kir, bûyer wiha nirxand.

“Di rojên dawî de geşedanên li Efrînê rû didin helbet hemû layen bi baldarî dişopîne. Li wê derê keş û hewayeke ku bi destê rêxistinên cuda hatiye avakirin heye. Êdî rêxistinên çekdar yên li wê derê bi armancên cuda û ji bo kontrolkirina zêdetir deveran di navbera hev du de şer dikin. Helbet derketina HTŞê ji Idlibî û kontrolkirina deverên Efrînê ji aliyê aktoren li wê derê bûye sedema nanokiyan. Helbet ev hewla HTŞ bo aramî û îstîqrara li wê derê û derdorê jî gefeke.”

 ‘BANDORA ESED LI SER TEVAHIYA SÛRIYÊ NÎNE’

Onhon bal kişand ser wê yekê ku di têkiliyên Tirkiye û rêveberiya Esed tu pêşketinek nîneû pirsgirêkên girîng hê jî didomin. Onhon got, “Beriya her tiştî kêşeya ewlehiyê heye ku ji bo Tirkiyê girînge û lazim e bê çareserkirin. Li gel vê yekê niha li Sûriyê çar rêveberiyên ji hev cuda hene. Yanî bandora Esed li ser tevahiya welêt nîne. Aliyekê HSD heye, aliyekê HTŞ heye, aliyekê jî deverên operasyonan û yên ku bin kontrola muxalîfan de hene. Ji ber vê çendê jî em nikarin behsa welateke bi yek dengî û yek rêveberî bikin.

Di berdewamiya axaftina xwe de ongon dibêje; “Rewşa aborî gellek xirab e. Suriye ji Tirkiyê dixwaze piştevaniya bo muxalîfan bi dawî bike û mijara YPGê heye.  Li gel vê yekê kêşeya herî mezin penaber in. Ji bo ku bi milyonan penaber vegerin Sûriyê lazime şert û merc guncav bin û kêşe li gel rêveberiya Suriyê bê çareserkirin.

“ESED JI SER FIKRA XWE YA SALA 2011AN E”

Dîpolmatê Tirk Onhon dibêje ku di pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê de kêşeya herî mezin fikren Esed e û wiha pê de diçe; “Kêşeya herî mezin jî ew e ku wek sala 2011an çawa ku rejîma Esed digot em hêza xwe, deshilatdariya xwe li gel tu kesê parve nakin, kesê nakin şîrikê xwe û em ne amade ne ku deshilatdariyê parve bikin. îro jî ev fikra Esed hêj berdewam dike û tu guherînek nîne. Armanca Esed ev nîne ku bi beşdariya hemû layenên Suriyê rêveberiyekê ava bike. Dibêje ku ger rêveberiyeke hevpar bê avakirin dê hemû hêz ji destê wî biçe. Bi nêrîneke wiha gellek zehmete ku li Sûriyê îstîqrar û aramî bê avakirin. Ji ber vê çendê jî di heyamên pêşiya me de dîsa li Sûriyê proseyeke hêsan li pêşiya me nîne.”

TÊKILIYA REJÎMA ESED BI WELATÊN EREBÎ

Di vê navberê de, welatên Ereb ên weke Sultanatiya Oman, Îraq, Cezayîr û Misir ku peywendiya xwe bi Şamê re qut nekirin, tercîh kirin ku di şerê navxweyî yê Sûriyê de bêalî bimînin û deriyê ragihandinê bi rejîmê re vekirî hiştin. Behreyn û Îmarat di dawiya sala 2018an de balyozxaneyên xwe yên li Şamê di asta karmend de vekirin. Di Cotmeha 2020-an de, Oman Balyozê xwe ji nû ve şand Şamê, û bû yekem welatê Kendavê ku nûneratiya xwe ya dîplomatîk di asta balyoz de bilind kir.

SERDANA ESED BO ÎMARATÊ

Ji aliyeke din ve yekem peywendiya girîng piştî şerê navxweyî yê Sûriyê serdana Serokê Sûriyê Beşar Esed bo Îmarat di 18ê Adarê de bû. Ji ber ku Esed tenê serdana Rûsya û Îranê kiribû, ku piştî şerê navxweyî piştgirî dan wî.

Cinişînê Îmaratê Mihemed Bin Zayed El Nahyan di hevdîtina bi Esed re got ku Sûriye ji bo ewlekariya Ereban xwedî roleke sereke ye û Îmarat dilxweş e ku hevkariyê xurt bike.

Wezîrê geştûguzariyê yê Sûriyê Mihemed Ramî Ridwan Martînî di Gulana sala borî de beşdarî konferansekê li Riyadê bû, û bû yekem berpirsê bilind yê Sûriyê ku ji sala 2011an ve serdana Erebistana Siûdî dike. Erebistana Siûdî di Tebaxa 2011an de bi vekişandina balyozê xwe ji Şamê, têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyê re rawestandibû.

Piştî destpêkirina şerê navxweyî, piraniya welatên ereb têkiliyên xwe bi Sûriyê re qut kirin û piştgirî dan opozîsyona çekdar ku li dijî Esed şer dike.

Têkiliya Tirkiyeyê ya ji nû ve avakirina bi rêveberiya Esed re piştî nêzîkbûna wê ya bi welatên Ereb re pêş ket.