Sibe Macron serdana Mizgefta Mezin a Parîsê dike

be Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê serdana Mizgefta Mezin a Parîsê bike û tacegul deyne ser gorên misilmanên ku di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de hatine kuştin.
Mizgefta Mezin a Parîsê
Mizgefta Mezin a Parîsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Sibe Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê serdana Mizgefta Mezin a Parîsê bike û tacegul deyne ser gorên misilmanên ku di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de di rêzên serbazî yên Fransayê de hatine kuştin.

Koşka Elysee ragihand, sibe Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê serdana mizgefta herî mezin a li Parîsê bike,  ku di 20ê Cotmeha 1922yan de kevirê bingeha wê hatiye danîn û li wir dê wan serbazên misilman bi bîr bîne, ku hejmara wan 100 hezar serbaz bû û di rêzên artêşa Fransayê de di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de hatine kuştin.

Hat ragihandin ku Emmanuel Macron dê li Mizgefta Mezin a Parîsê gotarekê pêşkêş bike û behsa pêwendiya navbera misilmanên Fransayê û dewletê bike.

Mizgefta Mezina Parîsê weke yekem mizgefta li Fransayê tê hejmartin, beriya niha jî François Hollande û Nicolas Sarkozy jî serdana wê mizgeftê kirine.