Hêzên Tirkiyê ji bo rawestandina şerê di navbera komên çekdar de li gundekî Efrînê bi cih bûn

Tankeke Tirkiyê li Kefer Cenê
Tankeke Tirkiyê li Kefer Cenê

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mebesta rawestandina şerê di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de, Hêzên Tirkiyê li gundê Kefer Cenê yê ji aliyê Tehrîr El-Şam ve hatibû kontrolkirin, bi cih bûn.

Ajansa “Reuters” ji hin jêderên ji nava opozîsyona Sûriyê belav kir, hêzên Tirkiyê duhî 18ê Cotmeha 2022an li gundê Kefer Cenê yê Efrînê yê k uber du rojan ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şamê ve hatibû kontrolkirin, bi cih bûn.

Diyar kir jî, Artêşa Tirkiyê hewl dide aliyên şerker vegerînin ser maseya gotûbêjan, ji bo cîbicîkirina rêkeftina agirbestê ya ku roja Şemiya borî di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û Feyleqa Sêyem a opozîsyona Sûriyê de hatibû îmzekirin.

Waêl Ilwan ku berpirsekî berê yê opozisyona Sûriyê ye pêwendiyên wî bi her du aliyan re re hene ji Reutersê re got: “Tirkiyê niha destêwerdan kiriye da ku şer û pêşveçûnên Heyet Tehrîr El-Şam rawestîne, û her du alî li ser maseya danûstandinan rûnin ji bo rêkeftina agirbestê cibicî bikin.”

Hefteyek e Heyet Tehrîr El-Şam ji bo piştevaniya grûpa Sultan Silêman Şah “Emşat” û grûpa Hemzat derbasî herêma Efrînê bû û grûpa Feyleqa Sêyem neçar kir ku ber bi Ezazê ve vekişe. Tevî ku her du aliyan rêkeftina agirbestê roja îmze kirin, lê ew rêkeftin piştî rojekê hat şikandin û Tehrîr El-Şam gundê kefer Cenê û hejmarek gundên din jî li navçeya Şera kontrol kirin û nêzîkî bajarê Ezazê bûye.