Li Wanê 2 siyasetmedarên HDP'ê hatin binçavkirin

Polîs
Polîs

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Erdîş a Wanê, hêzên asayîşê bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Wanê avêtin ser hin malan.

Hat zanîn, Hevseroka Rêxistina Erdîşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Fatma Serhatli û endamê HDPê Îdrîs Îşleyen hatin binçavkirin. 

Sedema desteserkirina siyasetmedaran nehat ragihandin.  

Ji 2015an ve, ji 15 hezaran zêdetir siyasetmedarên HDPê hatine girtin û zindanîkirin.

Li gorî rayedarên HDPê, binçavkirin û girina siyasetmedaran ne hiqûqî ye û ew bi biryarên siyasî têne girtin.