Dijeterora Kurdistanê: Dastana Pirdê sembola parastina gelê Kurdistanê û têkbirina planên dijminan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro pênc sal di ser Dastana Pirdê re derbas dibin, Dijeterora Kurdistanê jî di vê bîranînê de dibêje: “Dastana Pirdê sembola parastina gelê Kurdistanê û têkbirina planên dijminan e.”

Dijeterora Kurdistanê bi boneya salvegera Dastana Pirdê de daxuyaniyek belav kir û tê de hat: “Dastana Pirdê sembola parastina gelê Kurdistanê û têkbirina planên dijminan e.”

Her wiha got: “20ê Cotmehê, roja berevanî û serbilindê û xweneçemandinê ye, roja vegerandina rûmeta Kurd û Kurdistanê ye, roja guhertina pîlanên dijmin û dijberan e, roja bersivdana xiyanet û rûreşkirina xayinan e.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, “20'ê Cotmehê roja ku Kurdan ji cîhanê re îsbat kir ku ew ti carî serî li ber dijmin û dagirkeran daneynin.”

Dijeterora Kurdistanê got: “Di salvegera Dastana Pirdê, silav li giyanê pak ê şehîdên wê dastanê û şehîdên rêya serxwebûna Kurdistanê. Silav li Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê. Silav li xweragiriya gelê Kurdistanê.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û piştî dagîrkirina Kerkûk û piraniya deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî ve, milîsên Heşda Şeibî hewl dan bi pêş ve biçin û Herêma Kurdistanê jî dagîr bikin, lê belê hêzên Pêşmerge li Pirdê, Sihêla, Mexmûr û Mehmûdiye, rûbirûyî dagirkeran bûn û êrîşên wan têk birin.