Dema vekirina Konsulxaneya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê hat eşkerekirin

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê derbarê vekirina kampa nû ya konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê zanyariyên nû eşkere kirin.

Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê derbarê vekirina kampa nû ya konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê zanyariyên nû eşkere kirin.

Îro pêncşemê 20ê Cotmeha 2022yan, Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê ragihand, kampa nû ya konsulxaneya wan li ser rûberê 51 donim hatiye avakirin, ku ji bilî konsulxane, cihê niştecîbûna karmendan û hemû pêwîstiyên karên konsulxaneyê li xwe digre.

Herwiha li ser dîzayna kampa nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê hat eşkerekirin, jîngeha Herêma Kurdistanê û ciyawaziyên kultûrî yên Iraqê tê de rengê xwe dane.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê di daxuyaniya xwe de diyar kir, girîngiyeke mezin bi jîngeha kampa nû hatiye dayîn ku wek cihê karkirin û cihê demborînê, sûd jê tê wergirtin û alîkareke girîng dibe ji bo jîngeha bajarê Hewlêrê, ji ber hebûna rûberê wê yê berfireh yê bi hêşinahî û daran.

Derbarê vekirina kampa nû ya konsulxaneyê de hat eşkerekirin ku hewl didin di meha Adara 2024an de Konsulxaneya Giştî ya nû ya Amerîkayê were vekirin û niha kar li ser girtina kampa Enkawa ya konsulxaneyê dikin.