Parlamentoya Almanyayê derbarê Herêma Kurdistanê û Iraqê de dicive

Parlamentoya Almanyayê ji bo biryardana li ser pêşniyareke hikûmeta welatê xwe ya li ser dirêjkirina dema mayîna hêzên xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê dicive.

Hewlêr (K24) – Parlamentoya Almanyayê ji bo biryardana li ser pêşniyareke hikûmeta welatê xwe ya li ser dirêjkirina dema mayîna hêzên xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê dicive.

Biryar e îro înê 21ê Cotmeha 2022yan, Parlamentoya Almanyayê li ser mijara dirêjkirina erkê artêşa welatê xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê bicive.

Hikûmeta Almanyayê pêşniyar kiriye ku nêzîkî 500 şêwirmendên serbazî yên welatê wan heta 31ê Cotmeha sala 2023yan li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimînin ji bo alîkariya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê di şerê dijî DAIŞê de.

Roja yekşemê, 9ê Cotmeha 2022yan, Konsulê Giştî yê Almanya yê li Hewlêrê Klaus Streicher ji Kurdistan24ê re ragihand, kabîneya nû ya Almanyayê ji parlamentoya welatê xwe daxwaz kiriye ku erkê serbazî yê Artêşa Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj bike, ku erkê şêwirmendî û rahênana serbazî dikin.

Klaus Streicher diyar kir, Almanyayê karên baş kirine di alîkarîkirina hêzên Iraqê û Pêşmerge de ji bo seqamgîriyê û herwiha artêşa welatê xwe weke hevbeşeke rasteqîn a wan hêzan bi nav kir.