Îran ji welatiyên xwe daxwaz dike bilez Ukraynayê bi cih bihêlin

Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ji welatiyên xwe daxwaz kir ku serdana Ukraynayê nekin.
Kîev
Kîev

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ji welatiyên xwe daxwaz kir ku serdana Ukraynayê nekin.

Îro înê 21ê Cotmeha 2022yan, Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de ji welatiyên xwe daxwaz kir ku bi ti awayî serdana Ukraynayê nekin.

Herwiha ji wan kesên ku niha li Ukraynayê ne jî daxwaz kir, bilez pêwendî bi Balyozxaneya Îranê ya li Kîevê bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, rewş li Ukraynayê aloz e û ji ber tundbûna şer metirsî li ser welatiyên wan heye.

Roja 17ê Cotmehê, Artêşa Rûsyayê êrîşeke dronî ya berfireh li ser çend navçeyên Ukraynayê encam da û vê jî karvedaneke tund a Ukraynayê û hevpeymanên wê yên rojavayî li pey xwe anî û Îran bi firotina dronan bo Rûsyayê hat tometbarkirin.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky piştî wan êrîşan ragihand, ew êrîş bi rêya dronên Îranê hatine kirin.

Wezareta Derve ya Îranê li hember wan daxuyaniyan, tekez kiriye ku ew di şerê Ukraynayê de "bêalî" ne û wan çek ne şandiye Rûsyayê, ne jî Ukraynayê.