Parlamentoya Almanyayê dema mana hêzên xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê dirêj kir

Îro Parlamentoya Almanyayê ji bo biryardana li ser pêşniyareke hikûmeta welatê xwe ya li ser dirêjkirina dema mana hêzên xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê civiya û û biryara dirêjkirinê da.

Hewlêr (K24) – Îro Parlamentoya Almanyayê ji bo biryardana li ser pêşniyareke hikûmeta welatê xwe ya li ser dirêjkirina dema mana hêzên xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê civiya û biryara dirêjkirinê da, ku dawiya vê mehê dema wê bi dawî dibû.

Parlamentoya Almanyayê îro înê 21ê Cotmeha 2022yan, li ser mijara dirêjkirina erkê artêşa welatê xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê civiya û biryara dirêjkirina dema mana hêzên xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê heta Cotmeha 2023yan da.

Li ser vê mijarê Wezareta Berevanî ya Almanyayê ev agahî piştrast kir ku heta Cotmeha 2023yan, 500 şêwirmendên serbazî li Herêma Kurdistanê û Iraqê dimînin, ku piraniya wan li Herêma Kurdistanê ne.

Beriya niha Hikûmeta Almanyayê pêşniyar kiribû ku nêzîkî 500 şêwirmendên serbazî yên welatê wan heta 31ê Cotmeha sala 2023yan li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimînin ji bo alîkariya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê di şerê dijî DAIŞê de.

Roja yekşemê, 9ê Cotmeha 2022yan, Konsulê Giştî yê Almanya yê li Hewlêrê Klaus Streicher ji Kurdistan24ê re ragihandibû, kabîneya nû ya Almanyayê ji parlamentoya welatê xwe daxwaz kiriye ku erkê serbazî yê Artêşa Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj bike, ku erkê şêwirmendî û rahênana serbazî dikin.

Klaus Streicher diyar kiribû, Almanyayê karên baş kirine di alîkarîkirina hêzên Iraqê û Pêşmerge de ji bo seqamgîriyê û herwiha artêşa welatê xwe weke hevbeşeke rasteqîn a wan hêzan bi nav kiribû.