Li Sûriyê êrîşî baregeheke serbazî ya Amerîkayê hat kirin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, çend mûşek arasteyî kêlgeha petrolê ya El Umer a li Dêrezorê ya li bakurê rojhilatê Sûriyê hat kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, çend mûşek arasteyî kêlgeha petrolê ya El Umer a li Dêrezorê ya li bakurê rojhilatê Sûriyê hat kirin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, firokeyeke bêfirokevan 5 mûşek arasteyî baregeha serbazî ya Amerîkayê ya li kêlgeha petrolê ya El Umer a li Dêrezorê kirin, ku weke baregeha herî mezin a serbazî ya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Sûriyê tê hejmartin.

Kêlgeha El Umer kêlgeha herîmezin a petrolê ya li Sûriyê ye û dikeve aliyê rojhilatê çemê Firatê û 10 kîlometre ji Dêrezorê dûr e.

Di serdema şerê navxwe ya Sûriyê de, di sala 2013an de ji aliyê artêşa Azad a Sûriyê ve hat kontrolkirin, piştre çekdarên DAIŞê di sala 2014an de dest danîn ser wê kêlgehê, di dawiya Cotmeha 2017an de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bin destê DAIŞê derxist.