Çaremîn çalakiya Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê kir

Di Rojên Wêjeya Berawirdî de, dê bi dehan nivîkar û hunermendên Kurd û yên din re, li ser wêje, huner û çandê; gotûbêj, îmzekirina pirtûkan û panel bên lidarxistin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - 4emîn Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê bi beşdariya wêjekar, hunermend, rewşenbîr û xwîneran  dest pê kir. Çalakiya ku Wêjegeha Amedê pêşengiya wê dike, bi piştgiriya weşanxane û saziyên çand û hunera Kurdî tê lidarxistin. Di Rojên Wêjeya Berawirdî de, dê bi dehan nivîkar û hunermendên Kurd û yên din re, li ser wêje, huner û çandê; gotûbêj, îmzekirina pirtûkan û panel bên lidar xistin.

Li Dîyarbekirê Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê, îsal bi şiyara ‘heqîqet di zimanê xeyalê de’  dest pê kir. Di destpêka çalakiyê de bal hat kişandin ku li bakur belavbûna heza ziman û berhemên wêjeya Kurdî girîng e û bi vê çalakiyê jî mebest ew e ku wêjeya Kurdî bi berawirdkirinê geştir bibe.

Rêveberê Weşanxaneya Lîs û Wêjegeha Amêdê Lal Laleş ji K24ê re diyar kir: “Di van çalakiyan de tiştên esasî ew e ku em dikarin, kelepor, çand û wêjeya Kurdî bi ya cîhanê re bidin ber hevdû. Ya muhîm jî em karibin dan û sitendinê di navbera çand û zimanê xwe û ya cîhanê de deynin. Ji ber vê yekê me gotiye berawird kirin. Di naveroka van çalakiyan de, wêje û kelepora Kurdî heye, lê em hewl didin ku ya xwe û ya cîhanê bidin berhevdû û hem azmûna xwe, hem jî azmûna ciranên xwe baştir bizanin û ji wan zanînan jî bikarin edebiyateke geştir a Kurdî peyda bikin.”

Nivîskarên beşdar jî lidarxistina çalakiyên bi vî rengî girîng nirxandin û bal kişandin ku wêjeya zimanekî çiqas bipêş bikeve, ew civak jî dikare xwe baş tir nas dike û bide nasîn.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê Hesen Silêvanî ji K24ê re ragihand: “Bi van çalakiyan nivîskarên Kurd, bikarin wek hêzeke rewşembîrî zêtir bên berbiçav û bişên pitir xizmeta edebiyata xwe bikin. Bi taybet Amed ku bajereke mezin yê Kurda ye, pêwistiye ku zêdetir godariya zimanê Kurdî bikin û lê xwedî derbikevin. Mixabin xelqê me ji zimanê xwe dûr ketiye. Bi vê helkeftê jî em dixwazin ku nivîskar, rewşembîr, hunermend rolên xwe bibînin ku careke din eşqa zimanê Kurdî li ber zarokên Kurdan şîrîn bikin.”

Di çalakiyên Rojên Wêjeya Berawirdî de her sal kedkar û nivîskarekî çand û wêjeya Kurdî, wek mêvanê rûmetê yê çalakîyê tê destnîşankirin û di çalakiya îsal ya ku dê di navbera 21 û 30’ê Cotmehê de berdewam be, nivîskar û lêkolînerê Kurd Îhsan Colemêrgî wek mêvanê rûmetê hatiye diyar kirin.