Li Enqerê 11 bergumanên Heyet Tehrîr El-Şamê hatin desteserkirin

Enqere
Enqere

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo 11 bergumanên ku di nav rêxistina terorê ya Heyet Tahrîr El-Şam (El-Nusra) de tevdigerin biryara binçavkirinê hat dayîn.

Bi fermana Serdozgeriya Giştî ya Enqerê, 11 bergumanên Heyet Tehrîr El-Şamê ji aliyê bi tometa encamdana çalakiyên terorê hatin desteserkirin.

Operasyona girtinê di bin çavdêriya Serdozgeriya Giştî ya Enqerê de hatiye destpêkirin û niha ji aliyê tîmên têkoşîna li dijî terorê yên polîsên Enqerê ve tê birêvebirin.

Rêxistina ku li bajarê Îdliba Sûriyê û derdora wê tevdigere û niha derbasî Efrînê jî bûye, weke şaxa Sûriyê ya El-Qaîdeyê tê naskirin.